Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Floridayê Polîs Gumanbarek Kuşt û 3 Kes Di Gulebarana Malekê De Mirin

Polîsê wîlayeta Floridayê got Çar kes, di nav de zarokek, hatin kuştin piştî ku bergumanekî sê qurbanî di hundirê malekê de gulebaran kirin û piştre ji aliyê polîsan ve hat kuştin dema ku gule berdan efserên ku bersiva raporeke tundûtûjiya nav malê serê sibê roja Yekşemê da.

Rêvebiriya Polîsan a Orlando di daxuyaniyekê de got, efseran dengê çekan di hundurê malê de bihîstin berî ku gumanbar derkeve û li dora 2:25 danê sibê gule li efseran reşandin.

Di hundurê malê de, polîsan sê qurbaniyên gulebaranê dîtin, di nav wan de zarokek ku ji hêla efseran ve bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Polîsê Orlando got, sê qurbanî ji ber birînên xwe mirin.

Polîs got ku gumanbar jî piştî ku rakirin nexweşxaneyê mir, herdu efserên ku di gulebaranê de beşdar bûn, birîndar nebûne û bo bêhinvedaneke îdarî hatin şandin bo male.

Nasnameyên gumanbar, qurbaniyan û efseran demildest nehatin eşkerekirin.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG