Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Hin Welatên Ewrupa dê Orşelîmê Wek Paytaxta Me Nas Bikin


Cîgirê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Tzipi Hotovely ragihand ku piştî ku Amerîka dîyar kir ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê nas bikin, wan "herî kêm bi deh dewletên din re jî" li ser vê naskirinê peywendî çêkirine.

Hotovely da zanîn ku ji wan dewletan hin welatên Ewrupa ne.

Hotovely dîyar kir ku gava Serokê Amerîka Donald Trump ewê "pêlekê çêke" û got ku "Tiştê heta niha me dîtîye hîn destpêk e"

Karbidestê Îsraîlî ser navên welatên dê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê nas bikin ti agahî neda, lê radyoya dewleta ya Îsraîlê ragihand ku Honduras, Fîlîpîn, Romanya û Sûdana Başûr difikirin ku balyozxaneyên xwe bibin Orşelîmê.

Piştî Amerîka, Guatemala dîyar kiribû ku ewê êdî Orşelîmê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin.

XS
SM
MD
LG