Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîya Herî Mezin ya Hollywoodê Destpê Dike: Xelatên Oscarê ya 2022


Annual Golden Globe Awards
Annual Golden Globe Awards

Çalakîya herî mezin ya Hollywoodê, anku Xelatên Oscar, di demeke nêz de destpê dike.

Îro Sêşemê, berendamên 94’emîn Xelatên Oscarê yên salane dê bêne eşkere kirin. Namzed ji demên berê hinekî dereng pêk tên. Ji bo rê li ber Olîmpyadên Çînê bê vekirin, xelatên Oscarê dê di 27’ê Adarê de werin lidarxistin.

Ji bo sala duyemîn rasterast, Oscar dê di dema pandemiyê de tê lidarxistin. Cîhê pîşesazî ya partî, gala û peykerên piçûk yên zêr yên ku wekî "demsala xelatan" têne zanîn, dîsa bi giranî bi rîya internetê ve çê dibe. Lê çalakîya destpêkê ya Oscars (Golden Globes) îsal pir kêm li ser televîzyonê bû.

Lê namzedên Oscarê, yên ku dê roja Sêşemê di demjimêr 8:18 danê sibê de ji hêla pêşkêşvan Tracee Ellis Ross û Leslie Jordan ve bêne ragihandin, dê hewl bidin ku piştî salek guhertinek kûr ji bo pîşesaziyê û başbûnek hîna ku ji bo fîlmê çêdibe dîsa balê bikişînin.

Namzed dê li ser Oscar.com, Oscars.org, hesabên medyaya civakî yên akademiyê û li ser ABC Good Morning America zindî werin weşandin.

Xelatên Oscarê yên sala borî, ku di dawîya Nîsanê de li Îstasyona Union Stationê ya bê temaşevan li şûna mala Oscarê ya asayî, Şanoya Dolby, hat lidarxistin, daket 9,85 mîlyon temaşevanan.

Di nav fîlimên ku tê pêşbînîkirin ku baş derkevin pêş Destana Zanyarî-fikirî Dune ye derhêner Denis Villeneuve, çîroka otobiyografî ya Kenneth Branagh ya “Belfast” û filma gotîk ya Jane Campion “The Power of the Dog” hene.

XS
SM
MD
LG