Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OSCE Rexneya Tirkiyê Dike li dor Debasnekirina Du Endamên wê


Çavdêrên Ewrupî yên Hilbijartinan rexne kir biryara Tirkiyê ya redkirina derbasbûna du endamên wan bo welêt bi idîaya yekalîbûna wan a dijî Tirkiyê.

Peter Osusky, serokê şanda Rêxistina Ewlekarî û Hevrêziyê di komeleya Parlemana Ewrupî de ku bi navê OSCE tê nasîn, ji ajansa Associated Press re got çavdêrên wan “bi temamî pêgirin bi pîvanên yasayî,” dûrî nerînên wan ên siyasî.

Tirkiyê derbasbûna endamê Partiya Çep a Almanî Andrej Hunko û endamê Partiya Jîngehê ya Siwêdî Jebar Emîn, red kir bi sedema nerînên wan ên siyasî.

Nivîsîngeha OSCE ya Dezgehên Demokratîk û Mafê Mirov, biryar da ku 22 çavdêrên demdirêj û 350 yên dem kurt bişîne Tirkiyê ji bo çavdêriya hilbijartinan.

Serkirdeyên opozisyona Tirkiyê metirsî hene ku pêvanên nû yê hilbijartinan derî ji sextekariyan re vekin.

XS
SM
MD
LG