Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Kesan Hewil Da ku Derbazî Balyozxaneya Îranî li Oslo Bibin

Alîyek ji xwepêşandana li pêş Balyozxaneya Îranî li Osloyê. 29'ê Îlon, 2022.
Alîyek ji xwepêşandana li pêş Balyozxaneya Îranî li Osloyê. 29'ê Îlon, 2022.

Polîsê Norwêcê do Pêncşemê ragihand ku çend kesan hewil daye ku bi zorê derbazî Balyozxaneya Îranî li Osloyê bibin.

Di encama wê hewildanê de pevçûn ligel polîsan derket û paşê 90 kes hatin girtin.

Roja Pêncşemê xwepêşandanek derket pêş balyozxaneya Îranî li paytexta Norwêcê da ku kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî ser destê polîsê exlaqî yê Îranê protesto bikin.

Di xwpêşandanê de hinek kesan ala Kurdistanê bilind dikir û sloganên jibo azadîya Kurdistanê û azadîya jinan bang dikirin.

Polîsê Norwêcê got ku “gelek kes bi awayekî tund radibûn û rûdiniştin.”

Amînî ji alîyê polîsên Îranî ve hate girtin jibo ku dersûka xwe li gor qanûnên tund yên Komara Îslamî li xwe nekiribû. Ew 16’ê Îlonê hate kuştin. Malbata wê û rêxistinên mafên mirov dibêjin ku keça Kurd jiber lêdan û êşkenceyê hatiye kuştin.

Kuştina Amînî bûye sedema xwepêşandanên berfireh li seranserê Îranê û herwiha li hejmarek mezin ji bajarên derveyî Îranê.

XS
SM
MD
LG