Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatek Kurd li Berlin Tûşî Vîrusa Korona Dibe


Osman Rîkanî - Berlin Almanya
Osman Rîkanî - Berlin Almanya

Bingeha yekê ya belavbûna vîrusa korona bajarê Wuhan yê Çînê bû, li meha Dîsembera sala 2019an ji wêderê hat destpêkirin û li cîhanê belav bû.

Heta amadekirina vê raportê li seranserî cîhanê zêdetir ji 500,000 kes tûşî wê nexweşiyê bûne û zêdetirî 24,000 kes mirine.

Piştî Çînê welatên herî zirar pêketî, Îtalya, Îran, Îspanya û Amerîka ye ku bi 10 hezran kes pêketine û bi hezaran kes li wan welatan mirine.

Almanya jî, yek ji welatên ku niha vîrusa korona gelek lê belav dibe, li Almanya hejmarek bilind ya civaka Kurd lê dijîn, bi taybet bajarên weke Berlin.

Li Bajarê Berlin malbata Osman Rêkanî ku ji esl de xelkê parêzgeha Duhok ya Herêma Kurdistana Îraqê ye û di salên 90an de hatine Almanya, rastî nexweşiya korona hatîye, ew û xanima wî û keça wî ya 32 salî.

Di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka de, Osman Rêkanî yê ku jiyê wî di 60 saliyan de ye dibêje, " 19 meha Adarê em çûne nexweşxanê bi armanca têstê, lê berî wextî nîşanên vê êşê li cem me hebûn, bi taybet li cem xanima min û keça min, nîşanê êşê jî, serêşane, taye, hefik xûryane û helbet leşê mirovî jî di êşe, li nexweşxanê têst bo xanima min kir, lê ji bo min û keça min nekir, piştî rojekê encamên têstê derketin, ji nexweşxanê telefona me kir û got encamên têsta xanima min Sakîne Mişextî pozetiv derketin".

Osman Rêkanî herwiha dibêje piştî ku encamên xinam wî Sakîne Mişextî pozetîv derketin ew û keça wî jî, çûn têst kir, derket ku ew herduy jî tûşî vîrusa korona bûne.

Osman dide zanîn ku, rewşa wan ya tendirustî başe û heta niha ew hest bi giraniya êşê û metirsiya wê nakin, jiber ku wan moralê xwe bilind ragirt û tirsa ji êşê derbaz kir, tenê xanima wî giran ketîye jiber ku pêş wext wê êşên din hebûn.

Osman da zanîn ku di malê da wan xwe karantîn kirîye û di mal de bi kêf û stranan derbaz dikin da ku zora wê êşê bibin û moralê wan bilind bimîne.

Şîreta Osman Rêkanî li kesên din ewe ku pêgiriyê bi biryarên karantîne kirinê bikin, bo xwe parastinê û bergirî kirina vîrusa korona bila her kes li mala xwe bimîne, jiber ku êşeka bi vegire, êşeka girane.

Osman Rêkanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00


XS
SM
MD
LG