Deh balyozên li Enqerê jibo karsaz û çalakvanê mafên mirov Osman Kavala banga serbest berdanê kirin.
Lê demûdest Serokê Meclîsê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Fuat Oktay, Wezîrê Karê Der Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî bertêk nîşan dan û ev daxuyanî şermezarî kirin.
Balyozê Amerîkayê jî tê de, Almanya, Damîmarka, Finlandîya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norweç û Zelandaya Nû derbarê doza ku Osman Kavala tê de tê darizandin daxuyanî da û daxwaz kir ku Kavala yekser were berdan.
Di daxuyanîyê de wiha hate gotin:
“Di ser girtina Osman Kavala de çar sal borî. Doz hergav bi dozên cuda re tê bestandin û biryara berdanê paşê bi dozên nû ve tê girêdan û tê dereng xistin. Ev yek jî sîstema darizandina Tirkiyê di warê rêzgirtina demokrasîyê, dewleta maf û rêbeza zelalîyê tarî dike. Em wek balyozên Almanya, Amerîka, Danîmarka, Finlandîya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norweç û Zelandaya Nû daxwaza me ew e ku Tirkiyê berpirsîyarîya xwe ya navnetewî, bi qanûnên xwe yên netewî re bide guncandin û vê dozê bi awayekî dadî û lez bi dawî bike. Em bangî Tirkiyê dikin, di çerçoveya Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupayê de Osman Kavala yekser bila azad bike.”
Wezareta Derve ev 10 balyoz bangî wezaretê kir û hişyarî da wan. Li ser vê bangwazîya balyozan, Wezareta Derve daxuyanîyek weşand û tê de wiha got:
“Ji Balyozvan re, bangwazîya ku li ser medyaya civakî dane û ji alîyê dada serbixwe ve pêvajoya hiqûqî ku tê meşandin ji alîyê me ve ev nayê pejirandin û em wê wek bêhedîyeke wan dibînin.”
Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylu jî li ser vê bangwazîyê bertek nîşan da û ev gav wekî maytêkirina li karê hundir yê Tirkiyê nîşan da.
“Komara Tirkîyê, dewleteke demokratîk û hiqûqî ye. Bangwazîya Balyozan ku hişyarîyê dide doza ku hîn didome, em napejirînin. Nesîhet û ranavîşên we li ser hiqûq û demokrasîya me sî dike," Solyu got.
Karsaz Osman Kavala piştî derba leşkerî ya 15 Tîrmehê 2016'an, jiber sedama “ji holê rakirina hikûmeta Tirkiyê” û “Pêngava rakirina Sazûmana Makezagonê” 18ê Cotmeha 2017'an hatibû girtin. Di vî warî de her çiqas biryarên serbest berdanê bê dayîn jî lê jiber hin dozên din Kavala hîn jî di girtingehê de ye.