Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Hate Berat Kirin


Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li Dadgeha Edeletê ya Enqerê di darizandina duyê de jiber bê delîlan hate berat kirin.

Turkdogan piştî beratbûnê ji Dengê Amerîka re got ku ew doz di serî de xelet bû, biryara mehkemê jî ev xeletî ji holê rakir.”

Di derheqê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan de bi tawankirina terorê sê doz hatibû vekirin. Di 19 Nîsanê 2022’yan de Turkdogan di darizandina duyê de jiber bê delîlan hate berat kirin.

Turkdogan, di 22 Rêşemîyê 2022’yan de li Dadgeha Edeletê ya Enqerê, di doza yekê de hatibû darizandin. Jiber daxuyanîyên ÎHD’yê li ser Turkdogan jiber sedama çewsandina girtingehan, komkujîya Ermenan û heqareta kesên dewletê doz hatibû vekirin.

Di darizandina yekê de nêzîkî 30 parêzvan jibo Turkdogan daxwaza beratê kiribû, lê serokê mehkemê ev daxwaz red kiribû û doz taloqî 19 Nîsanê kiribû.

Berî danaşîna dozê gelek hiqûqnas, serokê rêxistinê demokratîk, rayedarên dîplomatîk, nêzîkî 100 kes li pêşîya Qesra Dadê ya Enqerê civîyan û dure jî beşdarî darizandinê bûn.

Gelek parêzvan di rûniştina duyê de cî girtin û parastineke nivîskî dan dadgehê. Sê parêzvanê Turkdogan duyem car xwespêrê xwe parastin û daxwaza beratê kirin.

Piştî vî daxwazî heyata mehkemê pênc deqe navbir da û civîya. Heyetê du re jî biryara xwe da û got, “Di derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’yê Ozturk Turkdogan de jiber kêm delîlan me biryara beratê da.”

Piştî beratê Turkdogan jibo Dengê Amerîkayê axivî. Turkdogan, him ev doz û him jî biryara beratkirinê nîrxand û got, “Dadgehê di darizandina yekê de jî nikaribû ku tiştekî dîtbar nêşan bide. Ev doz di serî de xelet bû û pêwîst nîn bû ku bihata vekirin. Ev tiştana berî her tiştî yên ku mafên mirovan diparêzin ewan meşgul dike. Her çi dibe bila bibe emê her gav mafên mirovan biparêzin. Lê we jî dît rûniştina duyê de ji xeletîyê paşta gav hate avêtin û di derheqê min de biryara beratê hate dayîn.”

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) 17 Tîrmehê 1986’an de ji alîyê 98 damezirîneran ve li Enqerê hatîye sazkirin. ÎHD, di hîmên bingehîn de xwe dijî cezaya mirinê, êşkenceyê, mîlîtarizmê û cudatîya nîjad, ziman, ol, renk, zayend, nêrîna sîyasî û her wekî din pênase dike. ÎHD xeyrî Enqerê, li Stenbol, Îzmîr, Edene jî tê de 29 bajarî bask û 3 bajarî de jî nûnertîya xwe vekirîye. ÎHD endamê Federasyona Mafên Mirovan (FIDH), Rêxistina Efuyê ya Navnetewî û Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupayê ye.

ED_20_04_2022_Ozturk_Turkdogan_ÎHD
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
XS
SM
MD
LG