Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn û Pyongyang Piştrast Dikin ku Kim Wê Serdana Rûsya Bike


Pyongyang û Moskowê piştrast dikin ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un wê serdana Serokê Rûsya Vladimir Putin bike.

Kremlînê bi daxuyanîyeke kin ragihand ku Kim wê ser vexwendina Putin serdana Rûsya bike.

Di daxuyanîya kurt ya li ser malpera Kremlînê de hat gotin ku serdana Kim li ser vexwendina Putin e û wê "di rojên pêş de" pêk were, lê, Kremlînê dîyar nekir ku civîn kengî û li ku be.

Serdan jî ji hêla Ajansa Nûçeyan ya Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ya fermî ve jî hat ragihandin, ku got her du rêber wê bicivin.

KCNA got ku serokê welêt wê here Rûsya, lê wê jî zelal nekir ku her du rêber kengî û li ku bicivin.

Dewletên Rojavayî ketine fikaran ku Koreya Bakur û Rûsya ser danûstandina çekan li hev bikin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin Moskow dixwaze operasyonên Ukrayna yên dijî hêzên Rûsî pûç bike û hewil dide ku pirtir çekan li cebilxaneya zêde bike.

Li gor karbidestên Amerîkî, Rûsya dikare ji Koreya Bakur çekên wek topan bikire.

Pisporên şer jî dîyar dikin ku dibe ku di destê Koreya Bakur de bi deh mîlyonan guleyên topan û roket hebin û Pyongyang bi çekên xwe dikare piştgirîyeke mezin bide Moskowê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG