Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Oxfordê bo 10 Dewletan Hişyarîya Pêla Duyê ya Korona Dike


Zanîngeha Oxfordê ya Brîtanya bo 10 dewletan hişyarîya pêla duyê ya vîrusa korona kir.

Li gor rapora Zanîngeha Oxfordê, bo Amerîka, Almanya, Swîsre, Ukrayna, Bangladeş, Fransa, Swêd, Îran, Endonezya û Erebistana Saudî rîska pêla duyê heye.

Wê zanîngehê, ew encam ji hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona yên 45 dewletan derxist.

Vîrusa korona di Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Jimareke dewletan piştî tedbîrên tund yên dijî vîrusa korona, di meha Gulanê de dest bi sistkirina wan tedbîran kiribûn.

Di serî de Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), sazîyên saxlemîyê banga sistnekirina tedbîran dikin û ji gel dixwazin ku maskeyan bidin ber rûyên xwe û li gor mesafeya civakî tevbigerin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê bi qasî 10 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 489,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG