Li Amerîka bi 60 hezar bûyerên nû yên rojane hejmera bûyerên vîrusê korona îro Sêşemê giheşti 4.7 mîlyonan.
Li piranîya 26 eyaletên Başûr û Rojava yên Amerîka, hejmera bûyerên COVID-19 zêdetir dibin û li 35 eyaletan jî rêjeya mirinan bilind dibin.
Li gor ragihandina AP, li Amerîka di nava du hefteyên borî de hejmera mirina jiber nexweşîya COVID-19 ya rojane ji 780'an giheştiye 1.056'an.
Li eyaleta Florida ku yek ji wan heremên ku pandemîyê herî xirab bandor kirîye ye, îro Sêşemê hejmera mirinên jiber vîrusa korona giheştiye 245'an.
Ev, rêjaya mirinan ya navînî ya jiber vîrusê ya bo 7 rojan gihand 184'an ku rêjeya herî bilind e û li gor pêzanînên hefteya borî bi hejmera 186 ya Teksasê, di rêza duyan de ye.
Li seranserî eyaletê hejmara mirovên ku bo COVID-19 têne dermankirin ku hema hema bo 2 hefteyan didome, ji 7.971 nexweşên rojek berê ya Duşemê, îro Seşemê giheştiye 7.979 kesan.
Di nav 24 demjimêrên dawî de testên vîrusa korona yên 5,446 kesan erênî derketine.
Herwiha gelek navendên mezin yên testçêkirinê di dawîya hefteyê de û roja Duşemê jiber bahoza tropîkal ya bi navê Isaias hatibû girtin, jinûve hatine vekirin.