Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqîna Malwêran li Beyrutê Rewşa Awarte Hat Ragihandin


Lebanon Explosion
Lebanon Explosion

Piştî roja Sêşemê li Beyrutê du peqînên girseyî pêk hat û di encamê de bajar hilweşîya, hikûmeta Lubnanê îro Çarşemê li Beyrutê rewşek awarte ya du hefteyan ragihand û kontrola ewlehiya li paytext radestî leşkerîyê kir.

Li gor daxuyanîyekê ku ji hêla wezîrê agahdarîyê ve hat xwendin, Kabîneyê Lubnanê ferman daye leşkeriyê da ku jibo kesên ku ji sala 2014'an vir ve di rêveberiya firoşgehê de cîh girtiye ku peqîn lê qewimîye û tê gelek madeyên peqînkar hebûne, desteserkirina li mal were karanîn.

Herwiha kabîneyê bi armanca çareserkirina krîzê budçeyek avarte ya bi 100 mîlyar poundê Lubnanî, pejirand.

Ev budçeya li gor nirxa rêjeya buhaya fermî ya guhertina diravî ya Lubnanê dike qasî 66 mîlyon dolaran. Lê li gor nirxa rêjeya buhaya herî dawî ya di bazara rastîn de wek 13 milyon dolaran tê hesibandin.


XS
SM
MD
LG