Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Pêketinên Korona jiber Guhnedana Tedbîran Jinûve Zêde Dibin


Dr. Anthony Fauci
Dr. Anthony Fauci

Li gor ragihandinan li Amerîka piranîya zêdebûna bûyerên nû yên vîrusa korona li eyaletên başûr û rojava pêk hatiye.

Sedama vê yekê ne şopandina pêşnîyarên karbidestên saxlemîyê ye ku ev eyaletana divê berê jinûve vekirina aborîyê bo du hefteyan li benda daketina domdar ya hejmara bûyerên vîrusê bimana.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci îro Duşemê ji CNN re got ku normalkirina jibo malwêranîyan vexwendinek bû.

“Niha em encamên belavbûna bi rêya civakê dibînin, ku rawestandina wê belavbûna ji avahîyeke wek zindan, navendana lênerîna mirovan yan jî cîhekî paketkirina goştan dijwartir e.”

Fauci got ku ev ew hêvîdar e heta dawîya salê perpûn were peyda kirin, lê wî hişyar kir ku ne dîyar e ew perpûn dê çiqas bi bandor be.

Fauci di heman demê de destnîşan kir ku ti perpûn ji sedî sed ne bi bandor in û ew nikarin tevahîya astengî yên bo giheştina parastina civakî ya gelemperî pêk bîne.

Eyaleta California roja Yekşemê biryar da ku hin bar werin girtin. Ew eyaleta yekê bû ku ji biryara jinûve de vekirina aborîyê paşve gav avêtiye.

Berê jî Teksas û Florida biryara girtina baran dabû. Li Arizona û Georgia jî di nav de, li 15 eyaletan ku hefteya borî zêdebûna bûyerên nû yên vîrusa hatiye tomar kirin.

Hejayê bîrxistinêye ku li Amerîka zêdetirî 2 mîlyon û 500 kes bi nexweşî ya COVID-19 ketine û pirtirî 125 hezar Amerîkî bi heman nexweşîyê jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka, li tevahîya cîhanê welatê ku xwedîyê hejmera mirinên herî bilind ya bûyerên vîrusa korona tê zanîn.

XS
SM
MD
LG