Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Georgia Pirtir ji 800 Xwendekar bi COVID-19 Ketine


Xwendavanek di dema pandemîya vîrusa korona ya li Amerîka
Xwendavanek di dema pandemîya vîrusa korona ya li Amerîka

Li eyaleta Georgia ya Amerîka bi sedema ku hefteya borî hînkirina kesane (dersên rû bi rû) pêk hat û jiber îhtîmala belavbûna vîrusa korona zêdetirî 800 xwendekar hatine karantîna kirin.

Pêzanînên herî dawî yên ku ji hêla herema dibistanan ya bajarokê Cherokee ya li dervayê Atlanta ve îro Sêşemê hatiye ragihandin jî nîşan didin ku ji destpêka salê heya 3'ê Tebaxê 42 karmendên dibistanan hatine karantîna kirin.

Ev devera dibistanan xizmetê zêdetirî 42.000 xwendekaran dike.

Berdevka dibistanan ya Cherokee got ku bi texmîna wan di nav xwendekar û karmendan de testên erênî yên vîrusa korona derkeve û wan sîstemek ava kiriye ku bikaribin bi lezgînî şopandina nexweşîyê bikin û tedbîran karantînayê wergirin.

Heremên din yên dibistanan yên li herêma Atlanta jiber zêdebûna bûyerên COVID-19 ya li eyaleta Georgia fêrbûna kesane (dersên rû bi rû) betal kirin.

Li Florida bi 276 kuştinên yên îro Sêşemê hejmara kuştiyên bi sedema vîrusa korona rekorek nû hat tomar kirin.

Hejmera herî bilind ya di yek rojekê de ya Florida, herî dawî di 31'ê Tîrmehê de wek 257 hatibû ragihandin.

Li Florida rêjeya giştî ya kesên ku jiber vîrusa korona heya niha 8.685 e.

XS
SM
MD
LG