Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Biden Îro Diçin Eyaleta Georgia


Joe Biden û Donald Trump
Joe Biden û Donald Trump

Serok Donald Trump îro Duşemê jibo piştvanîya berbijerên Komarî yên hilbijartinên Senatoya Amerîka ya têne dubarekirin ya 5'ê Berfenbarê de diçe eyaleta Georgia.

Piştî hewildanên Trump bo guherindina têkçûna xwe ya li eyaletê ya di hilbijartina seroktîya Amerîka ya 3'yê Mijdarê de, peşbazîyên ku gelek nêzin derket holê ku encam nayên pêşbînî kirin.

Serokê hilbijartî Joe Biden jî dê jibo kombûnek roja dawî ya berî hilbijartinên Sêşemê serdana Georgia bike.

Di dengdanên roja Sêşemê de ewê 2 senator werin bijartin ku 2 senatorên komarî yên heyî li hemberî du hevrikên Demokrat pêşbazîyê dikin.


Ger yek an herdu senatorên Komarî - David Perdue û Kelly Loeffler - roja Sêşemê kursîyên xwe biparêzin, partîya wan bi 52 kursîyan dê piranîya xwe ya li Senatoya bi 100 endaman bidomîne û ewê hêza astengkirina gelek rojeva Biden dema ku ew di 20'ê Berfenbarê de dest bi kar bike, bi dest bixin.

Lê, heke berbijarên Demokrat qezenc bikin, ewê rewşeke 50-50 ya wekhev derkeve holê û cîgirê Serokê hilbijartî Kamala Harris dê xwedîyê dengdayînê be ku encama kontrola Senatoyê dîyar bike.

Ewê ev pêkanîna rojeva sîyasetên Biden hêsantir bike ji ber ku Demokrat Civata Nûneran jî kontrol dikin.

Biden dê hêsantir alîkarîya pirtir ya bo vîrusa korona ragihîne û guherîna jingehê çareser bike.

Di hilbijartinên Mijdarê de ti yek ji berbijeran piranî bi dest nexist ku li gor qanûnên eyaleta Georgia bi vê sedemê hilbijartin têne dubare kirin.

Joe Biden bi ferkeke pir hindik hilbijartina seroktîya Amerîka ya di Mijdarê de qezenc kir û serdestîya Komarîyan ya bi salan ya li eyaletê guherand.

Donald Trump têkçûna xwe red kir û tîma kempanya wî hewl da ku encamên li Georgia û gelek eyaletên din yên biryardar biquherîne lê bir ser neket.




XS
SM
MD
LG