Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê: Dronên Tirkîyê 2 Karbîdestên Me Kuştin


Sinorên Herema Kurdistana Iraqê ya Tirkîyê re (arşîv)
Sinorên Herema Kurdistana Iraqê ya Tirkîyê re (arşîv)

Artêşa Îraqê îro Sêşemê ragihand ku di encama êrîşeke bi firokên bêmirov (dron) ya Tirkîyê de 2 endamên ewlehîya sînor ya artêşa Îraqê û ajotvanê maşîneya ku ew tê de bûne, hatine kuştin.

Artêşê di daxuyanîyekê de ragihand ku êrîş li herema Sidakan ya bakurê rojhilata Îraqê, li nêzî sînorê Tirkîyê û Îranê pêk hatiye.

Artêşê êrîş wek kiryareke destdirêjîya dijî serwerîya Îraqê bi nav kir, lê artêşê ti agahdarîya din ya berfireh neda.

XS
SM
MD
LG