Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Meksîko Obrador: Emê Penaberîya Sîyasî Bidin Assange


Serokê Mexico Andres Manuel Lopez Obrador
Serokê Mexico Andres Manuel Lopez Obrador

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador îro Duşemê dîyar kir ku hikûmeta wî amade ye ku penaberîya sîyasî pêşkêşî Julian Assange bike.

Obrador herwiha got ku ew piştgirî dide biryara dadgeha Brîtanî ya ku îro daxwaza Amerîka ya radestkirina damezrenerê WikiLeaksê Julian Assange red kir.

Lopez Obrador di civînek medyayê de ragihand ku ewê ji Wezîrê Derve bixwaze ku ji hikûmeta Brîtanya îhtîmala azadkirina lezgînî ya Assange bipirse û Meksîko jî penaberîya sîyasî pêşkêş bike.

"Assange rojnamevan e û şansek heq dike, ez alîgirê bexşandina wî me. Emê parastinê bidin wî, Obrador got.

Wezareta Dadê ya Amerîka bi awayekî fermî Assange bi tawan redestkirina Assange di Hezîrana 2019'an de serî li sazîyên Brîtanya dabû.

Amerîka, Assangê tevî binpekirina qanûna sixurîyê jiber weşandina belgeyên leşkerî yên nepenî yên Amerîka û bo eşkere kirina pêzanînên dewletê tawanbar dike.

Lê, îro Dadgeha Brîtanya bi sedema ku pirsgirêkên saxlemîya derûnî ya Assange wî dike bin xeterîya xwekujîyê, daxwaza Amerîka red kir.

Lopez Obrador biryara îro wek serfirazîya dadê bi nav kir.

Wî salek berê ji Brîtanya xwesti bû ku Assange azad bike, desteserkirina wî wek îşkence bi nav kiribiû û herwiha gotibû ku belgeyên WikiLeaks karên 'zordar' ji cîhanê re nîşan daye.

Assangê 49 salî, piştî weşandina bi hezaran belgeyên nepenî û agahdarîyên dîplomatîk yên ku bo gelek hikûmetên li seranserê cîhanê.bûn sedema şermê, piranîya deh salên dawî yan di girtîgehê de yan di hucreyê de bi serê xwe derbaz kir.

Obradorê sîyasetvanekî çepgir e ew di Berfanbara 2018'an de bûbû serokê Meksîko.

Ew demeke dirêj e ku li hember elîtên desthilatdar disekine û hewil dide ku polîtîka û aborîya sîstema damezrandî ji wan veqetîne.







XS
SM
MD
LG