Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Keştîyeke Din ya Lêgerînê Şand Derya Sipî


Keştîya Oruc Reîs
Keştîya Oruc Reîs

Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku keştîyeke wê ya bi navê Oruc Reîs jibo lêkolînên sîsmîkî çûye herêmên rojhilata Derya Sipî.

Tirkîyê da zanîn ku gemîya Oruc Reîs wê jibo du hefteyan li heremê bimîne.

Tirkîyê meha borî jî xebatên lêgerînê li Derya Sipî kiribûn û ew di navbera wê û Yunistanê de bûbû sedema kûrbûna nakokîyan. Enqerê piştî destwerdana Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Tirkîyê operasyonên xwe rawestandibûn.

Lê, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê gotibû ku jiber ku Yunanistanê sozên xwe yên li ser vê mijarê bi cîh neanîye, wan li heremê jinûve dest bi xebatên lêgerîna enerjîyê kiriye.

Yunanistanê jî ragihand ku xebatên Tirkîyê neqanûnî ne û alozîyên heyî zêdetir dike.

Navbera Tirkîyê û Yunanistanê de li ser îdîayên mafdarîya çavkanîyên hîdrokarbonê pirsgirêkên girîng hene.

“Serokwezîr Mitsotakis îro bi kabîneya xwe re li ser pirsgirêkên berevanîyê civînek li dar xist da ku rêyên bertekdana provokasyona Tirkan nîqaş bikin,” ofîsa Mitsotakis ragihand.

Piştî civînê, wezareta karên derve ya Yunanistanê daxuyanîyek da û bang li Tirkîyê kir ku bi lezgînî dest ji çalakîyên xwe yên neqanûnî berde ku aşitî û ewlehîya li herêmê dike xeterîyê.

Herêma ku Tirkîyê xebatên xwe ragihandine, herema navbera başûrê Antalya ya Tirkiyê ye û rojavayê Qibrisê.

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Fatîh Donmez ser Twitterê got ku keştîya Oruc Reîs piştî ji Antalya derketiye rê, giheştîye cîhê ku xebatê li wê derê bike.

Lêkolînên sîsmîkî beşek ji xebata amadekarî ya bi armanca legerîna hîdrokarbonê ye.

Tirkîyê û Yunanîstan li ser mijarên wek firînên ser Derya Egeyê û Qibrisê bi etnîkî parçebûyî li hev nakin.

Ragihandina Erdogan ya xebatên nû yên lêgerînê, piştî lihevkirina Misir û Yunanistanê Pêncşema borî peymanek îmza kiribûn ku zemîneke aborî ya navbera her du welatan li rojhilata Deryaya Navîn peyda dike.

XS
SM
MD
LG