Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Brîtanî Daxwaza Amerîka ya Radestkirina Assange Red Kir


Julian Assange
Julian Assange

Dadgeha Brîtanî îro Duşemê biryar da ku damezrenerê WikiLeaksê Julian Assange divê neyê radestkirinê Amerîka û got ku jiber pirsgirêkên saxlemîya derûnî ya wî ewê di bin xeterîya xwekujîyê de be.

Dadwêr Vanessa Baraitser daxwaza Amerîka ya radestkirinê jiber ku ewê azadîya medya an azadîya axaftina Assange binpê bike qabûl nekir û got ku heke ew di zindana bi ewlehîya herî bilind ya Amerîka de were girtin rîska xwe kuştina Assange heye.

Dozgerên Amerîkî dê dijî biryara îro serî li Dadgeha Bilin ya Londonê bidin û ji vir doz dikare here pêş Dadgeha Bilind ya Brîtanî.

Ji alîyê din parêzerên Assange dê roja Çarşemê jibo serbestberdana Assange ya bi kefaletê bixwazin, yê ku deh salên dawî yan di girtîgehê de yan di hucreyê de bi serê xwe derbaz kir.

Tîma wî ya dadmendî îda dike ku tevahîya dozê siyasî bû, ji hêla rêveberîya serokê Amerîkî Donald Trump ve hatîye peyda kirin, û radestkirina Assange dê ser karê rojnamevanan gefeke giran be.

Amerîka, Assangê 49 salî, bi 18 tawanbariyên têkildarî weşandina belgeyên leşkerî yên nepenî yên Amerîka û bo eşkere kirina pêzanînên dewletê tawanbar dike.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku zêdetirî 100 kes bi sedema eşkerekirina Assenge ve ketinin bin xeterîyê û nêzî 50 kes alîkarî wergirtîye.

Hinek ji wan bi hevjîn û malbatên xwe re ji welatên xwe reviyanin Amerîkayê an welatekî din yê ewle.

Julian Assange, ji 2012’an vir ve li Balyozxaneya Ekvador ya li Londonê dima,lê di Hezîrana 2019'an de heftaya ji wir hatibû derxistin û girtin. Hevdem, Wezareta Dadê ya Amerîka bi awayekî fermî serlêdan kiribû da ku Assange radest bike.



XS
SM
MD
LG