Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Florida Pêketinên Korona bi Awayê Rekorî Bilind Dibin


Xwepeşandanekê dijî tedbîrên vîrusa korona. Amerîka, Florida, Orlando 2020.(AP)
Xwepeşandanekê dijî tedbîrên vîrusa korona. Amerîka, Florida, Orlando 2020.(AP)

Eyaleta Florida ya Amerîka îro Yekşemê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de zêdetirî 15,000 bûyerên nû yên COVID-19 hatine dîtin.

Ev hejmera bilind rojeke piştî vebûna Walt Disney World ya li bajarê Orlando xwepêşandana dijî karanîna maskan ya ber restorantekê derketin.

Aktîvîstên dijî maskan roja Şemîyê li ser xwaringehekê li bajarokê Windermere, Florida, ku eyaletekê Komarî ye, bi qasî 19 kîlometreyan ji Walt Disney World dûr e, xwepêşandanek dar xistibûn.

Piştî ku Carrie Hudson xwediyê restaurantekê bi navê 33 & Melt ragihand ku ne pêdivî ye kirîyarên wan rûberkan bi kar bînin, nîqaşên tund derketibûn.

Karbidestên bajarokê ji 20'ê Hezîranê vir ve karanîna rûberkan ji gel re mecbûrî kiribûn.

Di dema protestoya Şemîyê de, ti kirîyar li hindurê xwairngehê mask bi kar neanîbûn û karmendên Beşa Vexwarinên Alkolî û Titûnê bi sedema binpekirina pîvanên tedbîran cezaya hişyariyê dabûn wan.

Li gor lêkolînên Reutersê, ger Florida dewletek bûya, di warê bûyerên nû yên pêketina korona yên di rojekê de, wê li pey Amerîka, Brezîlya û Hûndistan di rêza çaran ya cîhanê de ba.

Li Florida zêdebûnên hejmera bûyerên rojane, ji hemî welatên Ewrupî derbaz kiriye û herwiha Florida, rekora eyaleta New Yorkê ya bi 12,847 bûyerên jî borandiye.

Li gor ragihandina Reutersê, di asta neteweyî de, Amerîka di çar rojên borî de, li pêş hev rojane bi tomarkirina nêzîka 60,000 pêketinên koronayê rekora cîhanî şikandiye.

Li Eyaletên Arizona, California, Florida û Teksasê, ku hejmera pêketîyên nexweşîyê pirtir dibe, rêjeya kesên li nexweşxaneyan û rêjeyên testên erênî jî zêde dibin.

Karbidestên saxlemîyê bi armanca rawestandina belavbûna vîrusê karanîna maskan daxwaz dikin, lê ev mijar li Amerîka bûye sedema dudabîrîya sîyasî.

Gelek Amerîkî hîn jî karanîna maskan red dikin, ku pisporên saxlemîyê dibêjin alîkarîya rawestandina belavbûna vîrusa korona dike ku ew vîrus heya niha zêdetirî 134,000 Amerîkî kuştine.

XS
SM
MD
LG