Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa jiber Belavbûna COVID-19 Karanîna Maskan Berfirehtir Dike


Dîmeneke ji kolanên Parîsê
Dîmeneke ji kolanên Parîsê

Li Fransa bi sedema jinûve zêdebûna rêjeya bûyerên vîrusa korona, li hindurê firoşgehan, navendên kirîn, firotinê, bankan û firoşgehên girtî karanîna maskan ji îro Duşemê ve hat mecbûr kirin.

Karbidestên Fransî dikarin 155 dolar ceza bidin kesên ku vê pîvanê bi cîh neyînin.

Heya niha karanîna maskan jixwe li muzexaneyan, li otobus û alavên veguhestina giştî, li sînemayan, li perestgehan û deverên din yên girtî yen ku bo civakê vekirî, mecbûrî bû.

Fransa pirtir ji 30,000 mirinên jiber nexweşîya COVID-19 ragihandine, ku hema hema nîvê wan di jîyangehên kal û pîran de qewimîne.

Fransa bi ragihandina tedbîr û qedexeyên xurt yên du mehan, rêjeya bûyerên vîrusa korona daxistibû, lê niha nîşan hene ku vîrusa korona jinûve vedigere.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Fransî lîsta deverên karanîna mecbûrî yên maskan li gor rewşa dawî berfireh dike.

XS
SM
MD
LG