Li gor ragihandina Reutersê li tevahîya cîhanê bûyerên vîrusa korona ji 15 mîlyonan derbaz bûye.
Tevî ku welatên cîhanê li ser bersivdayîna krîza jiber pandemîk dabeş bûne, her diçe belavbûna vî rusê zêdetir dibe.
Pênc welatên hejmara herî zêde ku bûyer lê hene, Brezîlya, Hîndistan, Rûsya û Afrîka Başûr e.
Lê, Ajansa Reutersê radihîne ku nexweşî li Amerîka pir zûtir belav dibe, ku xwedîyê pirtirê nîvê pêgirtîyên nexweşên cîhanê û nîvê tevahîya mirinên li cîhanê ye.
Li Brezîlya, tevî Serok Jair Bolsonaro zêdetirî 2.15 mîlyon mirov bi vîrusa korona ketine û zêdetirî 81,000 jiber heman vîrusê jîyanên xwe hinda kirine. Digel ku Bolsonaro girîngîya vîrusê binpe dike, rewşa xirab ya li Brazîlya, welat jibo ceribandina perpûnên bûye bingehekî sereke.
Hîndistan, tenê welatê din e ku xwedîyê zêdetirî 1 mîlyon bûyerên jiber vîrusê ye, û îro Çarşemê nêzîkê 40,000 bûyerên nû ragihand.
Hîndistan ku dixwaze aboriya xwe jinûve veke, niha rû bi rûyê du pirsgirêkên cêwî, lêhî ya li bakurê rojhilatê welêt û pandemîkê maye.
Du wezîrên hikûmeta Afrîqaya Başûr bi sedema COVID-19, hatine rakirine nexweşxaneyê, ku li vî welatî heya niha 372,628 bûyerên vîrusa korona ê 5,173 mirin hatiye ragihand.