Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York, New Jersey û Connecticut Dijî Korona Biryarên Nû Digirin


Walîyê New York Andrew Cuomo
Walîyê New York Andrew Cuomo

Walîyên New York, New Jersey û Connecticut ku ew eyalet navenda belavbûna vîrusa korona bûn, îro Çarşemê ragihandin ku mêvanên ku ji istanên bi rêjeyên nexweşîya bilind werin, divê bo 14 rojan xwe têkin bin karantînayê.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo ji rojnamevanan re got ku biryara nû jibo wan kesan e ku ji Alabama, Arkansas, Arizona, Florida, Carolina, North Carolina, Carolina, Teksas, Washington û Utah tên.

Biryar di vê demê de tê ku ji destpêbûna belavbûna korona vir ve, cara duyê ya herî bilind ya zêdebûna tûşbûna tên tomar kirin.

Roja Sêşemê, 35,588 bûyerên nû hatibûn ragihandin û li bi dehan eyaletan jî hejmera nexweşan her diçe pirtir dibe.

Li Florida roja Çarşemê bi zêdebûna 5,500 bûyerên nû rekor pêk hat. Herwiha roja Sêşemê, li Arizona, California, Mississippi û Nevada zêdebûna bûyeran hat ragihandin. Li Teksasê jî roja Duşemê rekor hatibû tomar kirin.

Hejmera 36,426 ya zêdebûna nû ya pêketina korona ya roja Sêşemê, ji 24'ê Nîsanê vir ve hejmera herî zêde bû.

XS
SM
MD
LG