Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Polonya Duda di Hilbijartinê de Serketî Bû


Hilbijartinên serokatiyê ya Polonya, 11 Tîrmeh,2020
Hilbijartinên serokatiyê ya Polonya, 11 Tîrmeh,2020

Serokê Polonya Andrzej Duda, hilbijartinên serokatiyê bi piştvanîya platformek muhafezekar ya xurt qezenc kir û jibo pênc salên din desthilatdarî bidest xist.

Pispor dibêjin ku dibe ku ev yek tenê mayîna Polonyayê ya li Yekîtiya Ewrupî (YE) kûrtir bike.

Komîsyona Hilbijartina Neteweyî ragihand ku Duda zêdetirî % 51'ê dengan wergirtîye. Dijberê Duda, bajarvanê paytext Warsaw, Rafał Trzaskowski nêzîkê % 49'ê dengan wergirtîye.

Andrzej Duda hevlbendê partiya desthilatdar ya neteweperest Qanun û Dad (PiS) ye, û serkeftina wî dê desthilatdarîyekê nû dide hikûmetê da ku pêkanîna reformên dadwerî û medyayê bi domîne ku rêveberîya Komîsyona Yekîtiya Ewrupî dibêje ku ev reformana pîvanên demokratîk hildiweşîne.

Bi piştgirîya partîya Qanun û Dad (PiS), Duda kampanyayekê tund rêvebir, zimanek homofobîk bikaranî, êrişê ser medyaya taybet kir û Trzaskowski bi îdaya ku di şûna Polonya de xizmetê berjewendîyên biyanî dike, tawanbar kir. Trzaskowski ev tawanana red kir.

Di demekê ku Yekîtiya Ewrupî (YE) hewl dide ku têkçûna aborî ya jiber pandemiya COVID-19 û bilindbûna neteweperestiya li seranserê bloka bi 27 endamî çareser bike, serkeftina Duda, rê li ber alozîyên nû di navbera Polonya û Komîsyona Ewrupî de vedike.

Berî ku PiS û Andrzej Duda di 2015'an de desthilatdarî bi dest xistin, Polonya di bloka komunîst ya kevn ya rojhilat de yek ji rêveberiyên herî alîgir û hezkerê Ewrupa bû.

Lê hejayê balkişandinyê ku rewşa di navbera Polonya û YE jiber navokîyên li ser guhertîna avûhewayê, koçberiyê û normên demokratîk, her ku diçe xirabtir dibe.

Bajarvanê Warsaw yê ji 2018'an vir ve, Rafał Trzaskowski gotibû ku heke were hilbijartin ew ê li Polonya jîngehek bi zêdetir xweşdîtinî ava bike.

Rafał Trzaskowski gotarên PiS'ê rexne dikir, soz dida ku ewê kanala nûçeyan ya dewletê TVP Info, bigire ku rexnegir dibêjin, di bernameya xwe de piştgirî dayê Duda.

Lê gava Trzaskowski soz da ku di dibistanên bajêr de, perwerdehiya di derbarê mafên LGBT de bide destpêkirin, gelek muhafezekarên olî yên li Polonya ku bi gelemperî welatek Katolîk e, wekî ku ew nûnertîya tehdîtên dijî nirxên gelerî ya kevneşopî dike, fêhm kirin.

Hinek çavdêr dibêjin ku xweyakirina xurt ya Rafał Trzaskowski dikare dijberîyê zindî bike, ku heta niha dijberî li hemberî gotara PiS'ê ya ku bi rojeva aborî û civakî gelek hilbijartinan qezenc dike, jibo avakirina gotarek hevgirtî têkoşîn dike.

XS
SM
MD
LG