Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sirbistanê Rêjeya Herî Bilind ya COVID-19 Hate Tomar Kirin


Sirbistan dema vîrusa korona
Sirbistan dema vîrusa korona

Karbidestên saxlemî yên Sirbistanî îro Yekşemê ragihand ku di 24 seatên borî de 467 kesên din bi vîrusa korona ketine, ku ev ji destpêka derketina vîrusê vir ve hejmera herî bilind e.

Karbidesta saxlemîya civakî Dr. Darija Kisic Tepavcevic ragihand ku 8 kes ji korona jîyanên xwe hinda kirine.

Dr. Tepavcevic geşbînîya xwe ragihand ku bo hêvîdarbûnê sedemên baş hene jiber ku hejmera pêketîyên li nexweşxaneyan di asta herî nizim de ye.

Li Sirbistanê, piştî ku hikûmetê tedbîr û qedexeyên dijî belavbûna vîrusa korona di meha Gulanê de rakir, hejmarên nû yên pêketina vîrusa koronayê zêde bû.

Rexnegir dibêjin ku biryara jinûve vekirina welêt jibo rêdana hilbijartina parlamanî ya meha Hezîranê bû.

Hêjayê bîrxistinê ye ku heya niha li Sirbistanê, ku bi nîfûsa wê 7 mîlyon e, 23,730 kes bi vîrusa korona ketine û 534 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG