Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Ala Konfederasyonê bo Başûr Sembola Serbilindî Ye


Merasîma rakirina ala Konfederasyonê ji eyaleta South Carolne (Arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê red kir ku bibêje ala Konfederasyonê sembola destdirêjî û êrîşkarî ye.

Serok Trump di hevpeyvîneke televîzyonî de got ku ev al jibo kesên ku ji Başûrê Amerîkayê hez dikin, çavkanîya serbilindî ye.

Di bernameya "Fox News Sunday" de, ji Serok Trump hat pirsîn ku gelo ala Konfederasyonê, ku ji hêla piranîya Amerîkîyan ve wek sembola sîstema koletîyê û zordarîyê tê dîtin, semboleke bêrêz û êrîşkar e.

"Dema mirovên ku bi serbilindî alên xwe yên Konfederasyonê hil didin, ew behsa nijadperestîyê nakin. Ew ji ala xwe hez dikin, al Başûr temsîl dike. Ew ji Başûr hez dikin. Ez dibêjim ku ew azadîya mafê axaftinê ye," Trump got.

Ala Konfederasyonê, di şerê navxweyî yê Amerîka (1861 - 1865) de ji hêla 11 eyaletên ji başûr yên alîgirê sîstema koletîyê bûn ve dihat karanîn.

Reuters bi bîr dixe ku Serok Trump di demên borî de şîroveyên wek piştgirên ala û sembolên Konfederasyonê kiribûn.

Wî di 2017’an de, piştî protestoyên hember rakirina peykerê generalê Konfederasyonê Robert E. Lee, her du alî jî tawanbar kiribû û daxwazên rakirina peykerên Konfederasyonê red kiribû.

Trump herwiha, di serê vê mehê de biryara NASCAR ya qedexeya karanîna ala Konfederasyonê di program û pêşbîrkên xwe de rexne kiribû.

Trump digel çend hevalên xwe yên Komarî bo vetokirina qanûnekê soz da. Qanûna salane “Destura Parastina Neteweyî” guhartinek tîne ku navên generalên Konfederasyonê ji bingehên leşkerî di nav salekê de werin rakirin.

"Me Şerên Cîhanî ji van devweran qezenckir, ji van bingehên leşkerî, na ezê neguherinim. Ezê guhertinekê çê nekim. " Trump di hevpeyivînê ya ku roja Înê hatîye tomarkirin de got.

XS
SM
MD
LG