Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Tûşbûnên Korona bi Awayê Rekorê Bilind Dibe


Avahîya Kongressa Amerîka
Avahîya Kongressa Amerîka

Li 5 eyaletên Amerîka bi sedema zêdebûna bûyerên nû yên vîrusa korona rekor hatiye tomar kirin.

Cîgirê Serok Mike Pence bûyerên kampanyaya plankirî yên li herêmên Başûr û Rojava ya Amerîka jiber ku hejmera bûyerên vîrusê zêde bûye û jinûve vekirina karsazîyan hatiye rawestandin, betal kiriye.

Li gor Reutersê, hejmara bûyerên vîrusa korona li Amerîka roja Şemîyê ji 2 mîlyon 500 hezarî derbas bûye. Heta niha zêdetirî 125,000 Amerîkî jiber vîrûsa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Zêdetirî 125,000 Amerîkî jiber nexweşîya COVID-19 mirine, vîrusa korona dibe sedem.

Amerîka, li tevahîya cîhanê welatê ku xwedîyê hejmera mirinên herî bilind ya bûyerên vîrusa korona tê zanîn.

Florida roja Şemîyê di 24 saetên dawî de, 9,585 bûyerên nû ragihand ku ev hejmar tomar kirina rekorek ya bo roja dudya ye.

Herwiha Arizona jî 3,591 bûyerên nû yên COVID-19 ragihand ku ev heman hejmara tomarkiri ya roja Seşemê ye.

Berpirsên kampanyaya Pence ji Reuters re got ku jiber ku Serok Donald Trump peyvajoya jinûve hilbijartina xwe hefteya pêş li Florida û Arizona tevî ku ne pêwîste lê bê berpirsî dê pêk bîne, Pence bûyerên plankirî ya kampanyayê betal kiriye.

Di heman demê de, roja Seşemê Nevada 1,099 bûyerên nû ragihand ev hejmara du caran jî tomara berê zêdetir e.

South Carolina û Georgia jî 1,604 û 1,990 bûyerên nû ragihandin, herwiha bilindbûna hejmarên bûyerên rojane yên nû destnîşan dike.

Ev roja sê ya serhev de ye ku li Amerîka hejmera bûyerên nû giheştîye zêdetirî 40,000'an.

Hejayê balkişandinê ye ku li Amerîka niha ji destpêkirina pandemîyê vir ve 2,52 mîlyon bûyerên jiber vîrusa korona hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG