Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vietnam jiber COVID-19 Bajarê Da Nang bo 2 Heftyan Dadixe


Turîstên li firêngeha Da Nang
Turîstên li firêngeha Da Nang

Hikûmeta Vietnam îro Sêşemê ragihand ku piştî 22 bûyerên pêketina COVID-19, bajarê Da Nang dê jibo du hefteyan were girtin.

Da Nang bajarê herî mezin yê sêyan e û karbidest dêyar dikin ku belavbûna korona li wê derê girêdayî nexweşxaneyekê ye.

Bûyerên nû yên li navenda bajarê Da Nang, veguhastinên herêmî yên vîrusa korona ya yêkê ye ku di nav sê mehan de li Vietnam hatiye piştrast kirin.

Veguhestina giştî ya bo çûyîn û hatina Da Nang hatiye rawestandin.

Di dawîya hefteya borî de, bi hezaran turîstên ku Vietnamî ne betlaneyên xwe yên havînê yên li dewera beravî ya popular qut dikin.

Biryara qedexekirin û girtinê jibo pîşesazîya turîzmê darbeyek mezin e, ku piştî kêmbûna bûyerên vîrusa korona ya d di dawîya Nîsanê de, jinûve zindî bûbû.

Mêvanên otelan bi lezgînî demên mayînên xwe bi dawî kirin û jiber ragihandina bûyera yekê, rêwîtîyên plankirî yên bo demên nêz hatine betal kirin.

Yek ji xwedîyên otelan got ku otêla wan niha vala ye.

"Lê pêwîst bû ku em alîkarîya mêvanên xwe bikin ku bajêr biterkînin gava do hê jî derfetên wan hebû," wî got.

Beravên Da Nang, ku rojane bo nêzîkî 50,000 kesan re mêvandarîyê dikin, niha girtî ne.

Tenê karmendên ewlehîyê îro Sêşemê dema ku wan kontrol pêk dianîn da ku kes kom nebe, li ser beravan hatin dîtin.

Karbidest texmîn dikin ku çend hezar kes dê jiber rawestandina veguhastinê li ser rêyan de bimîn û bi vê sedemê ji otelan xwestin ku wan kesan bisitirînin.

Hikûmetê, li bajarê 1,1 mîlyonî roja Yekşemê girtina karsazîyên nebingehîn û bicîhanîna dûrahîya civakî ragihandibû.

XS
SM
MD
LG