Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Di Sibêrojekê Nêzîk de Vegera Normal Tuneye


Jinek bi maske di dema vîrusa korona li Amerîka, 2020ö,AFP
Jinek bi maske di dema vîrusa korona li Amerîka, 2020ö,AFP

Li gor ragihandina Reutersê hejmara pêketinên vîrusa korona li seranserê cîhanê îro Duşemê gehîştîye 13 mîlyonan ku tenê di nav pênc rojan de qasî mîlyonekê zêde bûye.

Pandemîya jiber vîrusa korona niha di nav şeş meh û nîvan de bûye sedema kuştina ji zêdetirî nîv mîlyon mirovan.

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesu di bîrîfîgekî li ser înternetê ya ji navenda WHO ya li Cenevreyê de, dazanîn ku jibo pêşerojek nêzik dê vegera "normal ya kevn" tuneye, bi taybet jî ger pîvanên tedbîran werin binpêkirin.

"Ka ez eşkere bejim, gelek welat di rêkekê şaş de dimeşin, vîrus hîn jî dijminê yekê ya gel e. Heke rêgezên bingehîn neyê şopandin, bi şêwaza ku ev pandemîya belav dibe tenê, her ku biçe ew ê xirabtir û xirabtir bibe. Lê ne pêdivî ye ku bi vî rengî be. "

Raporta Reutersê ya di derbarê rewşa tevahîya cîhanî ku ji ragihandinên fermî yên hikûmetan tê berhev kirin, nîşan dide ku nexweşî herî zûtir li Amerîkaya Latîn belav dibe.

Hejmarên ji nîvê cîhanê zêdetir yên nexweşan û hejmerên nîvê mirinên bi sedema vîrusê li welatên Amerîkî hatine hesibandin.

Dema ku li hinek welatên cîhanê rêjaya bûyerên COVID-19 kêm dibe û tedbîr têne sistkirin, bi taybetî Amerîka bi zêdetirî 3,3 mîlyon bûyerên piştrastkirî, hê jî di pêla yekê ya pêketîyên COVID-19 de zêdebûnek mezin dibîne.

Amerîka di 10'ê Tîrmehê de bi 69,070 bûyerên nû , rekorek gerdunî ya rojane ragihand.

Li Brezîlyayê, tevî Serok Jair Bolsonaro 1.86 mîlyon mirov bi vîrusê ketine û pirtirî 72,000 mirov jî bi sedama heman vîrusê jiyanên xwe hinda kirine.

Eyaleta Amerîka Florida roja Yekşemê bo 24 demjimêran zêdetirî 15,000 bûyerên nû ragihand ku ev yek ji hejmera tevahîya li Koreya Başûr ji destpêka nexweşîyê vir ve hatiye tomar kirin, pirtir e. Her wiha îro 12,624 bûyerên nû hat ragihandin.

Li gorî berhevdana Reutersê ya ji pêzanîn du hefte yên paş û du hefte yên paştirîn, hejmera nexweşên jiber vîrusa korona li 40 eyaletên Amerîkayê her diçe zêde dibe.

Serokê rewşên awarte yê WHO Mike Ryan bang li welatan kir da ku mijara vekirina dibistanan nekin lîstikekê futbolê ya din ya sîyasî", û got ku gava belavbûna vîrusê bi were rawestandin, ew dikarin bi ewlehî dibistanan jinûve vekin.

Tevî dadgehekê biryara qedexaya derketina derve ya mecbûrî betal kir, serokê herêma Katalonya ya Îspanya ji rûniştvanên herema bi nifûsa 160,000 daxwaz kir ku i mal bimînin, jiber ku li vir rêjeya bûyeran bilind dibe.

Îspanya ku yek ji wan welatên Ewropî ye ku jiber vîrusa korona herî xirabtir bandor bûye, dema belavbûna pandemîyê xist bin kontrolê, meha paşîn de tedbîr û qedexeyan rakir.

Hîndistan, welatê ku xwedîyê hejmara sêyê ya herî bilind ya bûyerên nû ye, ji destpêka Tîrmehê ve her roj nêzîka bi 23,000 pêketîyên nû re rû bi rû dimîne.

Li welatên ku şayana test çêkirinê sinordar e, hejmarên nexweşên COVID-19 beşek piçûktir ya hejmerên nexweşên tevahî nîşan didin.

Pispor dibêjin pêzanîn fermî dibe ku di bin rêjeya nexweşan û mirinan yên rastîn de bin.

XS
SM
MD
LG