Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Sirbistan û Montenegro ji lîsta Welatên Ewle ya Geryanê Derdixe


Dîmenek ji Balafirgeha Helsinki-Vantaa di dema vîrusa korona, Hezîran 13, 2020
Dîmenek ji Balafirgeha Helsinki-Vantaa di dema vîrusa korona, Hezîran 13, 2020

Yekîtîya Ewrupî ragihand ku ewê Sirbistan û Montenegro ji lîsta ewle ya gerînên nebingehîn derxîne. Jiber zêdebûna tund ya bûyerên vîrusa korona, rewşa Amerîka ya jibo xistina nava lîsê nehatîye nîqaş kirin.

Dîplomatên Yekîtîya Ewrupî îro Sêşemê pêşnîyarekê Almanya, ku niha seroktîya YE'yê rêve dibe, pejirand.

Li gor vê, bi sedema belavbûna vîrusa korona Sirbistan û Montenegro ji “lîsta ewle ya rêwîtîya nebingehîn” hatine derxistin, karbidestan ji Reutersê re got.

Lîsta nûkirî dê di demekî nêz de were weşandin û ew tenê pêşnîyarek e û tevahîya 27 welatên endam ew pêşnîyar bi cîh nayînin.

Herwiha, endamên YE jiber zêdebûna bûyerên COVID-19, derxistina Cezayîr û Mexrîb (Fas) ji lîsta ewle gotûbêj kirine. Lê piranîya endaman bi sedema ku hejmarên li wan welatan hîn jî bi rêjeyî kêmtir in, hember vê biryarê derketine.

Ji er vê yekê, her du welatên Afrîka Bakur bo niha di nava “lîsta ewle” de dimînin.

Berpirsekî YE ragihand ku taybetî Fransa derxistina Cezayîr ji lîsta ewle kiriye da ku rê li ber hatina kesên ji Afrîkaya Bakur bigire.

Piştî derxisitna Sirbistan û Montenegro, 13 welat di lîsta ewle ya YE de mane ku ew Cezayîr, Australya, Kanada, Çîn, Gurcistan, Japonya, Mexrîb, New Zeland, Ruanda, Koreya Başûr, Tayland, Tûnis û Uruguay in.

Herwiha karbidestan ragihandiye ku di civînekê ya roja Duşemê de, Luksemburg û Qibris piştgirî kirine ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî têkeve lîsta ewle, li ser bingeha pêzanîn Qibrisê pêşkeş kiriye, lê welatên din dijî vê derketine.

XS
SM
MD
LG