Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Ozçelik: Tirkiye Dixwaze Rê li Sîyaseta Kurdî Bigire


Teklîfa guhertina qanûna ku mafê destlênedayinê dide parlamenetran di 15'ê mehê de li parlemantoyê tê dîtin.

Ger qanûn li parlamentoyê were qebûl kirin, wê bi dehan parlamenterên HDPê werin dadkirin û rêya hepsê ji wan re vebe.

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozcelik ser encama vê zagonê nêrînên xwe jibo Dengê Amerîka anî ziman.

Wî dema Partîya Keda Gel (HEP) ya salan 1990'an bi bîr anî û got wusa xuyaye ku Tirkîye ders ji tecruba xwe dernexistine.

“Parlamenterên ku ji parlamenê hatin avêtin gîş careke din bûn parlamenter yan bûn serok şaredar. Ev helwest dewamîya şer e, dewleta Tirkîye dixwaze rê li sîyaseta kurdan bigire ku ev jî beşek ji şer e.”

Ozçelîk hişyar kir ku avêtina parlamenterên Kurd ji meclise dê şerê heyî gurtir bike.

Ozçelîk rexneyan li PKK'ê jî kir û got “PKK bi şerê nav bajaran rê ji dewetê re xweş kir. Ev şer zirare dide jîyana Kurdistanê.”

Wî xuya kir ku pênc partîyen Kurd helwesta xwe eşkere dikin û li hember vê biryarê ne.

XS
SM
MD
LG