Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozdag: Ger Erdogan li Desthilatê Bimîne Wê 13 Mîlyon Koçber li Tirkîyê Bimînin


Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag ji Twitterê dîyar kir ku ger berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu were desthilatê ewê koçberan bişîne welatên wan.

Ozdag, ku do Çarşemê piştgirîya xwe ya jibo Kiliçdaroglu ragihandibû, dîyar kir ku hilbijartina 28’ê Gulanê referandum e.

Wî got ku ger berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan li desthilatê bimîne ewê 13 mîlyon koçber jî li Tirkîyê bimînin.

‘’Bila 13 mîlyon koçber herin yan bimînin? Eger tu bêjî Erdogan ewê bimînin û ewê hejmara wan zêdetir bibe. Eger tu bêjî Kiliçdaroglu wê herin û ewê yên nû neyên’’

Ozdag dîyar kir ku ew kefîlê soza Kiliçdaroglu ye û ewê koçberan vegerînin welatê wan.

Partîya Zaferê, ku bi gotinên xwe yên dijî koçberan Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê nas kirin, di gera yekê de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan.

Ogan roja Duşeme eşkere kiribû ku ewê piştgirîya Erdogan bike.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê vê Yekşemê here ser sindoqan.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG