Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Umît Ozdag Dibêje Kiliçdaroglu Soza Sê Wezaretan Dabû Partîya Zaferê


Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag îro Duşemê got ku Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu berî gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê soza 3 wezaretan daye wan.

Ozdag dîyar ku ew soza ser 3 wezaretan bi nivîskî jî hatiye tomar kirin.

Wî eşkere kir ku ew lihevkirin veşartî bûne û ji bîragiştî re nehatine gotin.

Ozdag ser wezaretan got ku ger Kiliçdaroglu bi ser keta ewê wek wezîrê navxweyî bixebitîya, lê ser her du wezaretên din ti agahî neda.

Partîya Zaferê û Umît Ozdag bi gotinên xwe yên dijî koçberên Sûrî û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) têne zanîn.

HDP jî di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî dabû Kiliçdaroglu ku lihevkirina wî ya bi Ozdag re di nava wê partîyê de hin nerazîbûn çêkiribûn.

Jêder: T24

XS
SM
MD
LG