Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozel: DEM Partî Dikare Hin Bajarvanîyan bi Me Bide Hinda Kirin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku hin bajarvanî dikarin jiber berbijarên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ji destê wan derkevin.

Ozel dîyar kir ku DEM Partî jibo hilbijartinên 31’ê Adarê hevkarî nexwestiye, lê gotiye ku ew dikare ser berbijarên CHP’ê lihevkrineke di asta bajêr de bike.

‘’Li hin cîhan lihevkirina bi navê lihevkirina di asta bajêr de heye, lê berbijarên DEM Partî hene û ew dikare li gelek cîhan bi me bide hinda kirin.’’

Wî got ku medya dixwaze ser hevkarîya bi DEM Partî re biaxife, lê ew sedema vê yekê fehm nake.

Ozel got ku ew naxwazin bajarvanî ji destê wan derkevin û hêvîya wan derbazkirina pirtir ji 30 ji sedê dengan e.

CHP û DEM Partî di rojên borî de ser hevkarîyê danûstandin kirin, lê hevkarîya her du partîyan tenê jibo Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hat ragihandin.

DEM Partî dibêje ku stratejîya sala 2019’an ya ser piştgirîya jibo berbijarên CHP’ê êdî nameşe û ew li rojavayê Tirkîyê jî serketinan dixwaze.

XS
SM
MD
LG