Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Rojnamevanên Doza Rojnama Ozgur Gundem Hatin Berdan


Dadgeheke Tirk do Pêncşemê li Stenbolê nivîskar Asli Erdogan, zimanzan Necmîye Alpay û rêvebirê berê yê rojnameya Ozgur Gundem’ê Zana Kaya berdan, ku jiber propagandaya terorê hatibûn girtin.

Erdogan ji 19, Alpay 31 û Kaya jî ji 22’ê Tebaxê vir ve girtî bûn. Dadgehê jibo rêvebirê giştî yê Ozgur Gundem’ê Înan Kizilkaya jî biryara berdewamîya girtinê da.

Erdogan û Alpay di rêvebirîya Ozgur Gundem’ê de cîh digirtin, ku ew rojname bi biryarnameya di hikmê qanûnê de hatibû girtin.

‘’Min hîn tam fehm nekirîye ku ez hatime berdan, ez di şokê de me. Te digirin û dibin dixin qulikekê. Pir zor e, ez dibêjim qey ez hîn di girtîgehê de me’’ Erdogan li pêş Girtîgeha Jinan ya Bakirkoya, li Stenbolê got.

Ji heman doza Ozgur Gundem’ê, 9 kes tên darizandin; yek ji wan Hevseroka Komelaya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskîn e ku bêgirtin tê darizandin.

‘’Jibo min Ozgur Gundem, Musa Anter e ku jiber nivîsina di vê rojnameyê de, di 72 salîya xwe de hat kuştin. Jibo vê doze, ez bi xwe hatim ku îfadeya xwe bidim. Ti sucekî me tune’’ Keskîn li dadgehê got.

Di heman dozê de parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, cîgira serokê HDP’ê Fîlîz Koçalî û weşanger Ragıp Zarakolu jî tên darizandin.

XS
SM
MD
LG