Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Givaştinên Ser Rojnamevanên li Tirkîyê Berdewam Dikin


Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, ku 5 ji wan girtî, 14 kes tê de têne darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hate dîtin.

Ji rojnamevanên girtî, berpirsê karên nivîskî Îshak Yasul, xwedîyê rojnameyê Îhsan Kaçar, edîtor Mehmet Alî Çelebî, Rayhan Hacioglu û Hîcran Urun di rûniştinê de cîh girtin.

Parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu, rêvebirên Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) û malbatên girtiyên jî di rûniştinê de amade bûn.

Rojnamevanan dîyar kir ku ew rojnamevan in û delîlên têne nîşandan, tenê nûçêyên wan in.

Piştî parastina rojnamêvan, parêzerên wan berdana wan daxwaz kir, lê dadgehê biryara berdewama girtina xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî da.

Parêzerê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Ozcan Kiliç ji Dengê Amerîka re got ku sedema girtina rojnamêvanan nûçeyên li ser Efrînê ne.

“Nûçeyên derheqa Efrînê û hevpeyvînên li ser vê mijarê wek tawan tên nîşandan. Hevpeyvînek ligel parlamanterê Parlemana Ewrupa jî wek suc te nîşandan. Dîsa, jiber ku ew di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de dixebitin tên armanc kirin.”

Rojnamevan bi tawanên “endamtîya rexistina terorê”, “propagandaya rexistina terorê” û bi tawana “weşandin û belavkirina nivîsên rexistina terorê” tên sucdar kirin.

Hêjayî birxistinê ye ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di 8’ê Tirmeha 2018’an bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) hatîbû girtin.

XS
SM
MD
LG