Li Îspanya Pedro Sanchezê Sosyalîst îro Înê posta serokwezîrîyê wergirt, piştî ku serokwezîr Mariano Rajoy dengdanê bawerîyê hinda kir.
Rêberê Partîya Sosyalîst Sanchez, wê bibe serokwezîrê heftan ya Îspanya, piştî ku dîktatorîya Francisco Franco di dawîya salên 1970’an de hatibû ladan û welat derbazî sîstema demokrasîyê bûbû.
Dengdana bawerîyê, bi sedema darizandinên bertîl û perexwarinê hatibû kirin jiber ku endamên partîya Rajoy jî ceza xwaribun.
Çavdêr bal dikşînin ku piştî çûyîna Rajoy, Îspanya jî wek Îtalya rûbirûyê nezalîyên sîyasî dibe û ew jî Yekîtîya Ewrupa dixe rewşeke xembar.