Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CEO’yê USAGM Michael Pack Dest ji Kar Berda


CEO’yê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) Michael Pack îro Çarşemê ragihand ku ew ser daxwaza rêvebirîya nû dest ji kar berda.

“Ez ne xizmeta serokekî lê xizmeta ofîsa seroktîyê dikim. Ji min re rûmeteke mezin bû ku li kelêka xwe xizmetê bikim. Bi sipasîya piştgirî, welatparêzî û femkirina we me di hêşt mehan de reformên girîng pêk anîn.”

Pack got ku rojnamevanên USAGM rastîyê ji guhdar, temaşevan û xwendevanên navnetewî re pêşkêş dikin û ew hemî qehreman in.

Hêjayî balkişandinê ye ku Dengê Amerîka (VOA) beşek ji USAGM e.

Herwiha, Radyoya Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asyaya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn (MBN) di bin banê wê sazîya fermî de dixebitin.

XS
SM
MD
LG