Parlamana Taylandê îro Înê siyasetvana ciwan, Paetongtarn Shinawatra wek serokwezîr hilbijart ku ew dibe serokwezîra herî temenbiçûk ya wî welatî.
Paetongtarn ya 37 salî qîza kesitîya siyasî ya hêzdar Thaksin Shinawatra ye. Ew, du roj piştî ku dadwerîya Taylandî serokwezîrîya hevalbendê wê, Srettha Thavisin asteng kir, ji hêla parlamanê ve hate pejirandin.
Paetongtarn Shinawatra dibe serokwezîra jin ya duyê ya Taylandê û kesa sêyan ji malbata Shinawatra, ku vê postê werdigire. Berê meta wê Yingluck Shinawatra û bavê wê Thaksin Shinawatrabûbû serokwezîr ku ew yek jî sîyasetvanên herî bi bandor yê Taylandê ye.
Paetongtarn di daxuyanîya yekê de ji medyayê re got ku ew hêvîdar e ku bi hemî hêza xwe ku bikaribe welêt pêşve bibe.