Artêşa Pakistanê îro Înê ragihand ku wê li Belucistan ya li rojavayê başûrê welêt dijî serhildayên ku vê hefteyê pirtir ji 50 kes kuştibûn.
Artîşa Pakistanê got ku operasyon li dû îstixbaratên nû destpê kir û di sê operasyonan de heta niha 5 serhilda hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Li gor ragihandina artêşê operasyon heta ku berpirsên wan êrîşan, alîkarên wan derdikevin pêş dadgehê wê bidomin.
Serhildayên Beluc vê hefteyê bi êrîşên kordînekirî êrîşên birin ser jimareke mezin ya sîvîlan û navendên leşkerê.
Artêşa Pakistanê dîyar dike ku di bersîvdanê de heta niha 21 çekdar hatine kuştin.
Artêşa Rizgariya Beluc dixwaze ku istana ku bi av û zêrên xwe yên dewlemend jibo projeyên mezin yên Çînê mazuvanîyê dike ji Pakistanê veqetîne.
Artêşa Rizgariya Beluc di rojên borî de berpirsîya yek ji êrîşên herî kujer girtibû ser xwe.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ser êrîşê gotibû ku serhilda dixwazin zararê bidin Korîdora Aborî ya Çîn û Pakistanê û Pekînê jî êrîş şermezar kiribû.
Jêder: Reuters