Pakistanê îro Duşemê got ku bi hewila başkirina peywendîyan, wezîrê derve yê Îranê wê hefteya bê serdana wî welatî bike.
Her du dewlet hefteya borî êrîşên mûşekî birin ser hev ku wan got armanc çekdarên li her du alîyan bû.
Wezareta Derve ya Pakistanê di daxuyanîyekê de got ji balyozên her du welatan jî hat xwestin ku heta 26'ê Çile vegerin ser postên xwe.
Wezareta Derve ya Îranê piştrast kir ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahîyan wê roja Duşemê serdana Pakistanê bike û got ku balyozê Îranê wê roja Înê li Îslamabadê dest bi kar bike.
Pakistanê balyozê xwe yê li Tehranê vegerandibû û nehiştibû ku balyozê Îranê vegere Îslamabadê, herwiha hemû danûstandinên dîplomatîk û bazirganî yên asta bilind rawestandibûn.
Di daxuyanîya Wezareta Derve ya Pakistanê de hat gotin ku li ser vexwendina Wezîrê Derve Celîl Abbas Cilanî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr Ebdullahîyan wê di 29'ê Çileya 2024'an de serdana Pakistanê bike.
Êrîşên dualî ji alîyê her du welatan ve destwerdanên ser sînor yên herî bilind bûn di salên dawî de û ji dema şerê Îsraîl û Hamasê di 7ê Cotmehê de hişyarîya têkçûna aramîya berfireh ya li herêmê.
Her du welatên Misilman xwedî dîrokeke têkilîyên dijwar in, lê ev destwerdana dawî di van dehsalan de asta herî bilind ya girjîyan bû.
Jêder: Reuters