Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Hember Mizgeftekê de Pirtir ji 20 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Di êrîşeke bombeyî ya hember mizgeftekê de, bi kêmî ve 22 kes îro Înê li bajarê Paraçinar ya Pakistanê hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Reuters ji zarê karbidestên Pakistanî radigihîne ku êrîş li derîyê jinan ya mizgefteke Şîayan kiriye armanc û ew ji alîyê Talîbana Pakistanî ve hatiye kirin.

Parlamenterekî xwecîhî dîyar kir ku êrîş ji alîyê kesekî xwekuj hate kirin û berî peqînê jî dengên guleyan hatin bihîstin.

Bajarê Paraçinar li bakurê rojavayê Pakistanê cîh digire û nîfûsa wê bi piranî Şîa ne. Li Pakistanê bi piranî Sunnî, êrîşên dawî pir caran civaka Şîa dikin armanc.

Meha borî jî di êrîşeke DAIŞ’ê ya ser ser zîyaretgeheke Sufîyan de, pirtir ji 80 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG