Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Tirkîye Daxwaza Girtina PAK’ê Dipejirîne


Mustafa Ozcelik
Mustafa Ozcelik

Serdozgerîya Dadgeha Bilind ya Tirkîyê, jibo ku Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) peyîva “Kurdistan” ji navê xwe derxîne, di Şubata 2015'an de hişyarî şand wê partîyê.

Dadgeha Bilind piştî du salan jibo girtina PAK'ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û dadgehê jî ew serlêdan qebûl kir û xwest ku PAK di nav 30 rojan de parastina xwe peşkeş bike.

Serokê PAK’ê Mustafa Ozçelîk li dijî biryarê preskonferansek li dar xist û got ku ew ne navê xwe diguherînin, ne jî programa xwe.

“Emê ligel parêzer û hiqûqnasên pispor parastineke sîyasî amade bikin û dijî wê helwstê derkevin. Em bang li dewleta Tirkîyê dikin ku rêz li azadîya ramanê û azadîya xebata rêxistinî bigire.”

KHF_02_12_2019_PAK
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00

XS
SM
MD
LG