Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Şînîya Qurbanîyên Êrîşa Xwekujîyê Digire


Pakistan şînîya 70 kesan digire ku do Yekşemê di êrîşeke xwekujî ya Talîbanê de, li Lahor hatibûn kuştin.

Karbidestan got ku armanca êrîşê hemwelatîyên Krîstîyan bûn û 30 ji qurbanîyan zarok in.

Di peqîna ku cîhehî senîbar kiribû armanc de, pirtir jî 300 kesên din jî brîndar bûbûn.

Berdevkekî artêşa Pakistanî îro Duşemê ragihand ku di çend operasyonên ewlekarîyê de jimareke gumanbar û hevkarên wan hatine girtin, lê wî pirtir hurgilî neda.

Bi alîyekî din ve, berdevkekî gruba tundrê Jamaatul Ahrar ku ji Talîbana Pakistanê veqetî, berpirsîya êrîşê rakir ser xwe û dîyar kir ku armanca wan Krîstîyanan bûn.

XS
SM
MD
LG