Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Heft Serbaz Di Êrişên Milîtanan De Hatin Kuştin


Leşkerê Pakistanê radigehîne di êrişeka milîtanan de nêzîkî tixûbê Afganistanê, bi kêmî ve heft serbaz hatin kuştin û 16 kesên din birîndar bûn.

Karbidest dibêjin li roja Pêncşemê, xirabkaran êriş bire ser serbazan li cihê Datta Xel li herêma eşîretî ya Wezîristana Bakûr.

Daxweyaniyeka leşkerî diyar dike ku ev buyere çêbû li dema serbaz ji bajarê Mîran Şah diçûnê Datta Xel.

Li herêma eşîretî ya Orakzai nêzîkî wê derê, karbidest dibêjin hêzên ewlehiyê êrişek li ser xala nûbedariya leşkerî rawistand û di encama pevçûnê de, bi kêmî ve 15 milîtan kuştin.

Leşkerê Pakistanê li meha bûrî êriş bire ser milîtanan li Orakzai.

Her wiha, karbidestên agehiyên Pakistanê dibêjin li Wezîristana Bakûr, milîtanan çar zilam kuştin. Wan ew zilam bi sîxweriyê tawanbar kir bûn.

Termên wan li roja Înî li bajarokê Mîr Alî hatin dîtin.

XS
SM
MD
LG