Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxwe Yê Pakistanê Dibêje Sinorê bi Afganistnaê re Aram E


Hejmarek welatiyên Afganî li deriyê sinor derbazî Pakistanê dibin.
Hejmarek welatiyên Afganî li deriyê sinor derbazî Pakistanê dibin.

Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Şêx Raşîd Ahmad roja Sêşemê (18’ê Tebaxê) got ku sînorên Pakistanê yê bi Afganistanê re aram e û kar berdewame, ji ber ku kamyonên barhilgir û fêqî li ser xala sînor a Torkham bi şêweke asayî derbas dibûn.

Reşîd got dora 900 kes di nav de dîplomat û karmendên biyanî hebûn, gihîştine Pakistanê, tevî ku 613 hemwelatiyên Pakistanî û 900 dîplomat û karmendên balyozxaneyê yên biyanî jî ji roja şemiyê (14 -ê Tebaxê) gihîştine welêt.

Herwiha wî got, "Em bi civaka navneteweyî re ne. Em bi cîhanê re ne, û bextewariye, spas ji bo Xwedê ku li Afganistanê aştî heye."

Şofêlên kamyonên ku diçin Pakistanê gotin, ew li ser sînor bi ti pirsgirêkan re rûbirû nebûn, ji ber ku wan tişt anîne welêt.

Serhildêrên Talîban destpêka hefteyê Koşka Serokatiyê ya li Kabulê xistin bin kontrola xwe dema ku hêzên bi piştevaniya Amerîka derketin û welatên rojavayî hewildan ku stafên balyozxane û kunsolxaneya û welatiyên xwe ji Afganistanê derxînin.

XS
SM
MD
LG