Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê du Xwekuj di Êrîşekê de 8 Kesan Dikujin


Li bajarê Queta yê Pakistanî du xwekujan îro Yekşemê êrîşî dêrekê kir, 8 kes kuştin û 42 kes birîndar kirin, li gor berpirsan.

Sarfaraz Bugtî, wezîrê navxweyî yê parêzgeha Balûşistan a başûrê rojavayê welêt, got bi sedan nimêjker li dêrê amade bûn berî cejna Chrismesê. Wî got pevçûn di navbera êrşkeran û hêzên ewlekariyê de bûn, yek ji êrîşkeran li ber dergehê dêrê hate kuştin û yê din jî karîbû derbasî nava dêrê be.

Berpirsê polîsê Balûşistanê Muezem Ensarî pesna bersiva hêzên ewlekariyê da û got êrîşkerê ku derbasî nava dêrê bû birîndar bû û nikaribû bigihe avahiya sereke. Wî got eger ne wiha ba dê ziyan ji wiha gelekî mezintir ba.

Serokê polîsê Quetta Ebdulrezaq Çîma got vekolîn dibin li dor du bergumanên ku li gel êrîşkeran bûn û reviyan.

Çi aliyekî yekser berpirsiyariya êrîşê ranegihand, lê îslamiyên tundrew pêkhateya Mesîhî li Pakistanê ji xwe re dike armanc.

XS
SM
MD
LG