Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 11 Serbazên Pakistanî Hatine Kuştin


Polîsên Pakistanî li Rahîm Yar Xan (Arşîv)
Polîsên Pakistanî li Rahîm Yar Xan (Arşîv)

Karbidestên Pakistanî ragihand ku di êrîşeke çekdarî de herî kêm 11 serbaz li devera Rahîm Yar Xan ya istana Pencab ya rojhilata Pakistanê hatine kuştin.

Karbidestên Pakistanî dîyar kir ku êrîşvanên bi çek û sîlahên roketavêj kemînek li dijî karwaneke polîsan danî û 11 serbaz kuştin, 7 leşkerên din jî birîndar kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Pakistanê Mûhsin Neqwî êrîş şermezar kir û xemgînîya xwe dîyar kir û serbazên kuştî wek şehîd bi nav kirin.

Neqwî qencbûn ji serbazên ji 7 birîndar re xwest û soza avêtona pêngavên lezgîn û bi bandor yên dijî êrîşkaran da.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG