Polîsê Pakistanê roja Yekşemê got ku di dema derbasbûna karwaneke dîplomatên biyanî li herema Swat bombeyek li kêleka rê teqîyaye û di encamê de endamekî ewlekarîya wan dîplomatan hatiye kuştin.
Polîs û karbidestên hikûmetê got, êrîşa bombeyî dema ku karwan diçû seyrangeha bi navê Malam Jabba pêk hatiye.
Berpirsê polîsê herêma Swat Zahîdullah Xan got ku dîplomatan ser vexwendina odeya bazirganîyê ya xwecihî serdana herema gelîyê Swat li bakurê rojavayê Pakistanê dikir, ku wê wekî cîhek geştyarî nîşan bidin.
Zahîdullah Xan herwiha got ku di êrîşa bombeyî de çar polîs jî birîndar bûne.
Polîs û karbidestên hikûmetê got ku zedetirî 10 balyoz di ewlehîyê de ne.
"Hemû balyoz ji êrîşê bi awayekî ewle rizgar bûn û berîya ku vegerin Îslamabadê hatin veguhestinê cîheke ewle," Alîkarê berpirsê Giştî yê Polîs Muhammed Elî Gandapur got.
Nasname yan welatên dîplomatan heya niha nehatine dîyarkirin.
Êrîşa metirsîdar ji alîyê Serokê Pakistanê Asif Alî Zerdarî ve hat şermezarkirin.
Karbidestekî ewlekarîyê yê payebilind ji Reutersê re got, leşker û polîsan piştî teqînê herêm dorpêç kir, û dest bi operasyoneke lêgerînê kir, dema qedexeya derketina derve jî hatîye ragihandin.
Heta niha ti kesî berpirsyarîya êrîşê negirtiye ser xwe. Lê, herêma Gelîyê Swat wek navenda serhildêrên çekdar yên Îslamî tê naskirin, ku milîtanan ji dawîya 2022’an ve êrîşên xwe zêde kirine, piştî ku agirbesta bi hikûmetê re xirab kirin,
Di 2012’an de, çekdarên îslamî li Gelîyê Swat xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Malala Yousafzai bi gulebaranê birîndar kir.
Jêder: Reuters