Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes di Teqîneke Pakistanê de Hatine Kuştin û Birîndarkirin

Railway staff work at the site, after a blast near a railway track in Quetta
Railway staff work at the site, after a blast near a railway track in Quetta

Li parêzgeha Belûçistan a Pakistanê, îro Yekşemê bombeyek bi trênekê de ku karmendên ewlehiyê û malbatên wan tê de bûn teqiya, û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Komeke cudaxwaz berpirsiyariya êrîşê ragihand.

Sê berpirsên hikûmet û ewlehîyê ku nexwest navên xwe eşkere bikin got ku di teqînê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û nêzîkî 70 kes birîndar bûne.

Ev êrîş yeke ji êrîşên vê dawîyê de li ser hêzên ewlehîyê û binesazîya herêma dewlemend a madenan a ku li ser sînorê Îran û Afganistanê ye. Pakistanê di van demên dawî de kampanyaya xwe ya herî dijwar û kujer a li dijî serhildêran di salên dawî de dest pê kiriye.

Grûpa cudaxwaz Leşkerê Azad ê Belûç (BLM) di daxuyanîyekê de got ku wê êrîş pêk anîye û wekî bombeyeke xwekuj bi nav kiriye.

Wezareta Hêlên Hesinî ya Pakistanê di daxuyanîyekê de got ku trênê di dema teqînê de rêwî ji bajarê Kuweytê ber bi paytextê ve dibirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG